Roja pêncşemiyê 18ê Îlona 2025an, li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li şandeke Hevbendiya Hesim û Hevbendiya Neynewa ya Xelkê kir, ku Serokatiya wê ji aliyê birêz Sabît Ebasî ve tê kirin.
Di civînê de, rewşa siyasî ya Iraqê hate gotûbêjkirin û di derbarê hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê yê pêşde danustandina bîr û ramanan kirin. Her wiha tekezî li ser hemahengiya aliyan ji bo derbaskirina kêşe û astengiyên siyasî kirin.