Monday 5 January 2026

Serok Barzanî pêşwaziyê li Serokê Saziya Aşûriyan ya Dadweriyê li Amerîkayê kir.



Roja Duşemê, 05.01.2026an, li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Sam Dermo, Serokê Saziya Aşûriyan ya Dadweriyê li Amerîkayê, kir.

Di hevdîtinê de birêz Sam Dermo pesnê rola Serok Barzanî da ji bo piştgiriya wî ya domdar ji pêkhatên olî û neteweyî re, herwiha spasiya piştgiriya Serok Barzanî kir ji bo vekirina Monûmenta Bîranînê ya Şehîdên Aşûrî ku doh kevirê bingehîn ji bo wê hate danîn û vê projeyê wekî dîrokî wesif kir.

Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî piştgiriya xwe ji Aşûriyan û hemû pêkhatên din re dubare kir û balkişand li ser wê yekê ku di serdema Şêx Ebdulselam Barzanî û Şêx Ehmed Barzanî de girîngî bi parastina wekhevî û dadperweriyê ji bo mafên netewe û olên cuda yên Kurdistanê hatiye dayîn.

Rewşa siyasî ya Iraq û herêmê û guhertinên giştî yên herêmê hatin gotûbêjkirin.