Monday 6 October 2025

Serok Barzanî Pêşwaziyê li Serokê Hevpeymaniya Nesir Kir



Roja Duşemê, 6ê Cotmeha 2025an, Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwaziyê li birêz Heyder Ebadî, Serokê Hevpeymaniya Nesir kir.

Di hevdîtinê de, behsa geşedan û guhertinên siyasî yên Iraq û herêmê hat kirin. Herwiha ronahî xistin li ser pêvajoya hilbijartinên Encumena Nûneran a Iraqê yên pêşerojê. Her du alî li ser hemahengiya di navbera aliyên siyasî yên Iraqê de li hev raman bûn.