Thursday 29 April 2021

Serok Barzanî pêşwaziyê li Serok Komarê Iraqê kir



Roja pênçşem 29.04.2021 li li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Dr Berhem Salih Serok Komarê Iraqa Federal kir.

Li vê civînê de gûhertinên dawî û pêşhatên siyasiyên qada Iraqê hatin guftûgo kirin û di derbarê proseya siyasiya Iraqê û hilbijartinên paşerojê û gefên li ber proseya siyasiya Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Her li vê hevdîtinê de ronahî xistin li ser peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda û çareserbûna kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexda û hemahengiya di navbera wan, wekî faktereke ji bo aramî û geşbûna hemû beşên Iraqê da hate zanîn.

Rewşa siyasiya Herêmê û peywendiya di navbera aliyên Herêma Kurdistanê mijareke dinê vê hevdîtinê bû.