Roja sêşemiyê, 14ê Cotmeha 2025an, li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Patrick Durel Balyozê Fransayê li Iraqê kir.
Di hevdîtinê de, ku Konsulê Giştî yê Fransayê li Hewlêrê, birêz Yann Braem amade bû, Balyozê Fransayê spasiya Serok Barzanî kir ji bo beşdarbûna wî di merasîma vekirina Rêya Pêşmerge li Parîsê. Herwiha ev yek weke pêngaveke erênî di kûrkirina peywendiyên di navbera gel û hikûmeta Fransayê û Herêma Kurdistanê de nirxand. Vekirina Rêya Pêşmerge li Parîsê weke sembola rêzgirtin û teqdîrkirina gelê Fransayê ji bo cangoriya Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê û rola wan a berçav di rûbirûbûn û têkbirina DAIŞ û komên terorîst û parastina asayîş û ewlehiya herêmê de wesif kir.
Herweha piştgirîya welatê xwe ji bo Hêzên Pêşmerge û Herêma Kurdistanê dubare kir.
Serok Barzanî jî, di hevdîtinê de spasiya gel û hikûmeta Fransayê û şaredarî û seroka şaredariya Parîsê kir ji bo biryara dîrokî ya vekirina Rêya Pêşmerge di nava dilê Parîsê de, ev yek weke sembola têkoşîn û cangoriya Pêşmerge ji bo azadiyê bi nav kir.
Di derbarê pêvajoya siyasî ya Iraqê û hilbijartinên pêşerojê yên Encumena Nûneran a Iraqê de, Serok Barzanî got ku tevî gelek rexneyên wan li ser qanûna hilbijartinan a Iraqê hene, ku tê de gelek kêmasî hene, ew ê beşdarî hilbijartinan bibin. Barzanî tekez kir ku girîng e piştî hilbijartinan, hemû aliyên siyasî yên ku dixwazin şefafîyet di hilbijartinan de hebe, bi hev re bixebitin ji bo derxistina qanûneke nû ya hilbijartinan ku wekhevî û dadmendî tê de hebe. Ji ber ku ev qanûna heyî qanûna sala 2010an e û wê demê soz hate dayîn ku xala 140 a destûrê were cîbicîkirin û qanûn jî tenê ji bo yek xula hilbijartinan were bikar anîn, lê belê ev qanûn heta niha berdewam e û soz jî nehatine cîbicîkirin.
Pêşketin û guhertinên di rewşa siyasî ya herêmê bi giştî, rewşa Sûriyê û pêngavên pêvajoya aştiyê li Tirkiyê, bûn mijarên din ên vê hevdîtinê.