Roja Çarşemê, 14ê Çileya Paşîn a 2026an, li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Patrick Durel, Balyozê Fransa li Bexdayê kir.
Di hevdîtinê de, ku birêz Yann Braem, Konsulê Giştî yê Fransa li Hewlêrê amade bû, Balyozê Fransa bi kurtî li ser rewşa siyasî ya Iraqê, aloziyên li herêmê û rewşa Sûriyê pêşkêş kir. Herwiha pesna rola Serok Barzanî da di aramkirina alozî û qeyranên Sûriyê de.
Di heman hevdîtinê de, guftûgo li ser pêvajoya siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, herwiha hewldanên aliyên siyasî ji bo pêkanîna hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Iraqê hat kirin.
Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê de û hewldanên ji bo berdewamî û zêdetir pêşxistina van peywendiyan, mijareke din a vê hevdîtinê bûn.