Wednesday 19 February 2020

Serok Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir



Roja çarşem 19.02.2020 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Faleh Feyaz Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de ronahî xistin li ser rewşa siyasî û emnî ya Iraqê û pêşhatên dawî ya navçeyê û her wiha helwesta aliyan li ser hengavên ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê guftûgo kirin.

Gefa terorê û egerên derketin wê û bihêzbûna terorîstên Da'îş mijareke dinê vê civînê bû.