Wednesday 3 January 2024

Serok Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Asayîşa Neteweyî ya Iraqê kir



Berî nîvroya roja çarşema 03.01.2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Qasim E'recî Şêwirmendê Asayîşa Neteweyî ya Iraqê kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraq û navçeyê û pêşhatên dawî û gefên emnî û pêwîstiya danîna tixûbek ji bo gefek emnî û her wiha hemahengiya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal guftûgo kirin.