Roja dûşema 19 ê Gulana 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şaîrê mezinê neteweyî yê Kurd Midhet Xidir Ebdulla naskirî bi Midhet Bêxew kir.
Li hevdîtinê de Serok Barzanî ji bilî hal pirsîna wî, rola mamosta Midhet Bêxewî li tevgera edebiyat û rewşenbîriya Kurdî û dewlemend kirina edebiyata şoreşê û niştimanperwerî û Kurdayetiyê de bilind nirxand. Serok Barzanî balkişand li ser sirûda (Ême Pêşmergeyin heta mawîn le jîn) ku şî'irê mamosta Midhet bûye û bi dengê hunermendê mezinê gelê me Fuad Ehmed hatiye gotin û her wiha li rêya çendîn sirûd û şî'irên neteweyiyên din de cihê destê mamosta Midhet li pêşxistina giyana netewexwazî û xweşdiviya niştiman li nav rêzên Pêşmerge û xelkê Kurdistanê de diyar bûye. Serok Barzanî destxweşiyê li erk û keda mamosta Midhet Bêxew kir li xizmet kirina warê şî'ir û sirûda zarokên Kurdistanê û hêviya leşsaxî û temendirêjiyê ji bo mamosta Midhet xwest.