Thursday 28 September 2023

Serok Barzanî pêşwaziya şandekî Parlemena Romanya kir



Roja pênçşem 28ê Eylûla 2023 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandekî bilinda Parlemena Romanya ya bi Serokayetiya Senator Titus Corlatsian Serokê Lîjneya Siyaseta Derveya Parlemena Romanya kir.

Li hevdîtinê de ku birêz Radu Octavian Dobre Balyozê Romanya li Iraqê jî amade bû, Serokê Lîjneya Siyaseta Derveya Parlemena Romanya pesnê rola Serok Barzanî ya li xebata tevgera azadîxwaziya Kurdistanê kir û her wiha rûmet û pêzanînên xwe ji bo rol û qurbanîdana gelê Kurdistanê û hêzên Pêşmerge ya li rûbirûbûna terorê da hebû. Tekez jî li wê yekê kir ku welatê wan gelek bi girîngiyê ve temaşa peywendiyên xwe yên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê dike û daxwaz jî kir ku peywendiyên Romanya û Herêma Kurdistanê li warên kultûrî û aborî û veberhênan û kerta taybet da pêşbixe.

Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî peywendiyên di navbera gelê Kurdistan û gelê Romanya bi dostane wesif kir û xwazyarê ewe jî bû ku ew peywendî bêne berfirehtir kirin ku bi taybetî li warê aborî û çandin û veberhênanê de. Her wiha spasî rola Romanya kir ku li çarçêweya hêzên Hevpeymanan da li şerê terorê de yarmetîderê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bûne. Di derbarê bi şerê terorê jî Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku gefa terorê gefeke cîhanî ye. Raste ku li rûyê serbazî ve Da'îş hatiye têkşikandin lê belê sedemên derketin û bihêzbûna Da'îş hê jî her berdewamin û bi pêwîst jî zanî hevpeymanî û hewlên navdewletî yên ji bo rûbirûbûn û nehiştina terorê her berdewam bê û li ewlewiyeta siyaseta cîhanî da bê.

Rewşa siyasiya Iraq û navçeyê û astengî û gefên li ber aramiya li navçeyê û cîhanê mijarên dinê wê hevdîtinê bûn.