Wednesday 28 August 2019

Serok Barzanî pêşwaziya şandekî kesayetî û rihspiyên Parêzgeha Basra kir



Roja çarşem 28.08.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandekî mezina nîştecihên parêzgeha Basra kir ku ji Serok Hoz û rihspiyên olî û kesayetiyên akademiyên wê parêzgehê pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de ku birêz Mehmûd Mihemed Endamê Mekteba Siyasiya Partiya Demokrata Kurdistanê û Bengîn Rêkanî Wezîrê Avadankirin û nîştecîhkirina Iraqê amade bûn, şanda mîhvan ji bilî derbirîna spas û xweşhaliya xwe ya bi vê hevdîtinê, silav û rêzên xelkê parêzgeha Basra bi Serok Barzanî û gelê Kurdistanê gihandin û tekez li ser soz û evîniya xelkê wê parêzgehê ji bo Serok Barzanî û xelkê Kurdistanê kirin.

Şanda mîhvan her wiha balkişandin li ser peywendiyên birayane û dîrokiya xelkê Basra li gel gelê Kurdistanê kirin û ragihandin ku her ew soz bûye sedema wê yekê ku dehan hezar kesên xelkê Basra di dema vegerana Barzaniyê Nemir û hevalên wî ji Yekîtiya Sovyetê ji bo pêşwazî kirina wan li çaverêyiyê da rawestin, niha jî heman soz û evînî ji bo Serok Barzanî û xelkê Kurdistanê heye û dixwazin ew birayetiya kevnar zêdetir bê pêşxistin. Her li vê çarçêweyê da jî şanda mîhvan Serok Barzanî vexwendin ku li derfetekî guncaw da serdana wê parêzgehê bike.

Her li vê hevdîtinê de, şanda mîhvan behsa girift û kêşeyên taybet bi nebûna xizmetguzariyan li parêzgeha Basra kir û hêvî xwestin ew pêşketina li Herêma Kurdistanê heye bigihe navçeyên dinê Iraqê û ji bo vê mebestê jî daxwaz ji Serok Barzanî kirin li rêya Wezîr û nûnerên Kurd li Bexda ve hewl bidin projeya avakarî û nîştecîhkirinê li parêzgeha Basra bê bicîhkirin û kêşeyên wê parêzgehê bêne çareser kirin.

Li hevdîtinê de Serok Barzanî ji bilî bixêrhatina germ ya şanda mîhvan, tekez li ser pêşxistina peywendiya birayaneya gelê Kurdistanê û xelkê Basra û hemû xelkê Iraqê kir û ragihand ku her çende rejîmên yek bi dawiya yekên Iraqê gelek hewldan kêşeya di navbera şoreşa Kurd li gel desthilata Iraqê bikin kêşeya Kurd û Ereb lê belê şoreş rê bi wê yekê neda.

Serok Barzanî di derbarê kêşeyên xizmetguzariyên parêzgeha Basra dilgiraniya xwe derbirî û ragihand ku me jî rêz û sozekî zêde ji bo xuşk û birayên me yên li Basra heye û gelek sosrete parêzgehekî wekî Basra ku şahdamarê aborî ya Iraqê ye kêşeya xizmetguzariyê hebê û her çi jî ji destê me bê ji bo piştevaniyê li daxwazên rewayên xelkê Basra de kêmasiyê nakîn.

Her li vê hevdîtinê de behsa peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê kirin û Serok Barzanî ragihand ku niha keşêkî erênî ji bo guftûgo û hevdû têgihîştin û çareseriya kêşeyan li holê da heye û tekez li ser diyalog û rêya aştiyane kir.