Roja dûşem 17.06.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandekî Hevpeymaniya Niştimanî ya bi serokayetiya Aram Qadir Serokê Hevpeymaniya Niştimanî kir.
Li civînê de rewşa siyasiya Iraq û navçeyê û proseya siyasiya Herêma Kurdistanê guftûgo kirin û hengavên ji bo pêşxistina proseya siyasî û rêdana tebayî û aramiyê xistin ber behs û guftûgoyan.
Her wiha peywendiyên her dû aliyan mijareke dinê vê hevdîtinê bû.