Roja pênçşem 12.09.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandekî Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriye kir ku ji Kamîran Haco Berpirsê Peywendiyên Encûmen û Îbrahîm Biro Endamê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriye pêkhatibûn.
Li hevdîtinê de pêşhatên siyasiyên dawî ya Sûriye û helwesta welatan li ser qeyrana Sûriye û hevkêşeyên meydanî û siyasiyên niha ya li ser asta Sûriye û navçeyê guftûgo kirin.
Her li vê civînê de ronahî xistin li ser helwesta aliyên Kurd yên Sûriye û di derbarê rewşa giştî ya Sûriye û paşaroja gelê Kurd li welatî Serok Barzanî nêrîn û şîretên xwe ji bo şanda mîhvan xisterû.