Sunday 9 January 2022

Serok Barzanî pêşwaziya şandeke Partiya Sosyalîsta Kurdistanê kir



Roja yekşem 09.01.2022 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke Partiya Sosyalîsta Kurdistanê ya bi Serokayetiya Mesûd Tek Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîsta Kurdistanê kir.

Li hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasiya Tirkiye û rewşa Kurd û partî û aliyên Kurdî yên Tirkiye û peywendiya di navbera wan guftûgo û danustandina bîr û ramanan kirin.

Her li vê hevdîtinê de tekez li ser berdewambûna karê siyasiya medenî û peyama aştîxwazaneya aliyên Kurdî yên Tirkiye kirin.

Peywendiyên di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê û Partiya Sosyalîsta Kurdistanê mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.