Monday 22 September 2025

Serok Barzanî Pêşwaziya Şandeke Hevpeymaniya Esasî ya Iraqê Kir



Roja Duşemê, 22ê Îlona 2025an, li Selaheddînê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke Hevpeymaniya Esasî ya Iraqê kir ku serokatiya wê Muhsîn Mendelawî dikir.

Di hevdîtinê de, li ser rewşa siyasî ya Iraqê û hilbijartinên paşerojê yên Encûmena Nûneran a Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Herwiha di hevdîtinê de tekezî li ser hevahengiya hêz û aliyên siyasî hate kirin.