Roja dûşema 14 ê Nîsana 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke hevbeşa Parlemena Brîtanya û Parlemena Yekîtiya Ewrupa kir.
Li hevdîtinê de şanda mîhvan pesnê aramî û ewlehî û wan pêşveçûnan kir ku li Herêma Kurdistanê li sîh salên derbasbûyî da hatine holê û sosretiya xwe jî bi hebûna pêkvejiyana olî û neteweyî ya li Kurdistanê derbirîn. Her wiha li vê hevdîtinê de peyama dostayetî û hevsozî û palpiştiya xwe ji bo doza rewaya gelê Kurdistanê ji bo Serok Barzanî dûpat kirin.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û bi kurtî behsa dîroka wan êş û nehametî û karesatên li ser gelê Kurdistanê da hatiye ji bo şanda mîhvanan xisterû û ji bilî balkişandina li ser destpêşxerî û pêşveçûnên li proseya çareseriya Tirkiyê de hatiye holê, tekez li wê yekê kir madem derfeta aştiyê heye û dergeha çareseriya aştiyane hatiye vekirin, nabê hîç aliyek hêviya xwe ji bo rêkarên şer kirinê bibe. Serok Barzanî balkişand li ser çanda pêkvejiyana gelê Kurdistanê û wê yekê xisterû ku pêkvejiyan li nav kûrahiya dilê civaka Kurdistanî de pêkhatiye û çandeke kûr û dûr û dêrîna gelê me ye. Serok Barzanî spasî welatên Rojavayî û Amerîka jî kir ku di demên teng da palpiştê gelê Kurdistanê û hevkar û piştevanê doza rewaya gelê Kurdistanê bûne. Daxwazê jî kir welatên Ewrupayî li warê çaksazî û avadankirin û çandin û perwerde û teknolojiya û zanistê da jî yarmetiya Herêma Kurdistanê bidin.
Li beşeke dinê vê hevdîtinê de li ser rewşa siyasî ya navçeyê û doza Kurd li Rojhilata Navîn û dîroka xebata gelê Kurdistanê û paşeroja Kurd li navçeyê da komek pirsiyaran pêşkêşî Serok Barzanî kirin û Serok Barzanî jî bersîva têbînî û pirsiyarên endamên şanda mîhvanan da.