Wednesday 5 May 2021

Serok Barzanî pêşwaziya şandeke hevbeşa Koşka Spî û Wezareta Derve û Wezareta Berevaniya Amerîkayê kir



Roja çarşem 05.05.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke hevbeşa Koşka Spî û Wezareta Derve û Wezareta Berevaniya Amerîka ku pêkhatibû ji Brett Mcgurk Rêkxerê Karubarê Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqa li Koşka Spî û Derick Shole Şêwirmendê Bilindê Wezîrê Derveyê Amerîka û Dana Strol Cîgirê Yarîdederê Wezîrê Berevaniyê yê Karubarê Rojhilata Navîn û çend şêwirmendên dinê îdareya Amerîkî kir.

Li vê hevdîtinê de ku Hoşyar Zêbarî û Mehmûd Mihemed Endamên Mekteba Siyasiya Partiya Demokrata Kurdistanê jî amadebûn, şanda mîhvan silavên taybetî yê Serok Biden û Wezîrên Derve û Berevaniya Amerîka bi Serok Barzanî gihandin. Her wiha pêzanînên wan ji bo wê hevbeşî û hemahengiyê hebû ku li salên derbasbûyî li navbera Herêma Kurdistan û Amerîka hebû. Şanda bilinda Amerîka tekez jî li wê yekê kirin ku îdareya nû ya Amerîka gelek bi başî agahdarê rewş û giriftên Iraq û navçeyê ye û welatê wan pêgirê wê hevbeşiyê dimîne ku li gel Herêma Kurdistanê û hevpeymanên din heye.

Her li vê civînê de Serok Barzanî spasî Amerîkayê kir ku li destpêka salên nohtî yên sedsala derbasbûyî roleke xwe ya bilind li dabînkirina navçeya aram ya ji bo gelê Kurdistanê de hebû û her wiha pêzanîn û spasiyên xwe jî ji bo wê rola Amerîka ya li yarmetîdana Herêma Kurdistan û Iraqê ya li şerê Da'şî da kiribû ragihand.

Li dirêjahiya vê hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasiya navçeyê û proseya siyasiya Iraqê û hilbijartinên paşerojê ya Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin û gefên li ber proseya siyasiya Iraqê û peywendiyên Hewlêr û Bexda û aramiya Iraq û navçeyê guftûgo kirin.

Da'îş û gefa terorê mijareke dinê vê hevdîtinê bû û di derbarê gefên terorîstên Da'îş, Serok Barzanî wê yekê bi şanda mîhvan ragihand ku gefa teror û Da'îş li Iraq û navçeyê da her maye, ji ber ku ew sedemên ku bûne hokarên derketin û bihêzbûna Da'îş hê jî nehatine çareser kirin.