Tuesday 14 November 2023

Serok Barzanî pêşwaziya şanda Partiya Welatparêzên Kurdistanê kir



Roja sêşema 14.11.2023 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandekî Partiya Welatparêzên Kurdistanê ya bi Serokayetiya Mistefa Ozçelik Serokê Partiya Welatparêzên Kurdistanê kir.

Li hevdîtinê de Serokê Partiya Welatparêzên Kurdistanê behsa biryar û raspardeyên kongreya dawî ya partiya xwe kir û ronahî xiste li ser hewl û çalakiyên Partiya Welatparêzên Kurdistanê ya di derbarê pêşxistina warê kultûrî û zimanê Kurdî û peywendiyên wan yên li gel aliyên siyasiyên Tirkiyê.

Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî pîrozbahiya sazkirina kongreya Partiya Welatparêzên Kurdistanê û destxweşiya li hewl û çalakiyên Partiya Welatparêzên Kurdistanê kir û hêviya berdewamî û serkeftinê ji bo wan xwest.
Peywendî û hemahengiyên di navbera her du aliyan mijarên dinê vê civînê bûn.