Thursday 22 May 2025

Serok Barzanî pêşwaziya Îzet Şabender kir



Roja pênçşema 22 ê Gulana 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya kesayetî û siyasetmedarê Iraqî birêz Îzet Şabender kir.

Li hevdîtinê de her du alî di derbarê rewşa siyasiya Iraq û pêşhatên dawî û guhertinên navçeyê bi giştî de danustandina bîr û ramanan kirin.