Tuesday 18 June 2019

Serok Barzanî pêşwaziya Yarîdeder û Şêwirmendê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî kir



Roja sêşem 18.06.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Kerîm Esed Ehmedxan Yarîdeder û Şêwirmendê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî yê ji bo lêkolîna li tawanên Da'îş û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de Şêwirmendê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî yê ji bo lêkolîna li tawanên Da'îşê, pesnê rola Serok Barzanî ya li rûbirûbûna terorîstên Da'îş da kir û pêzanînên xwe ji bo qehremanî û qurbanîdana hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li têkşikandina terorîstên Da'îş de hebû. Her wiha Serok Barzanî li erk û karê xwe agahdar kir ku ji aliyê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî ve ji bo lêkolîna li tawanên Da'îş pê hatiye raspardin û destpêkirina proseya dadgehkirina wan endamên Da'îşê ku destên wan li tawanan da hebûye. Ji bilî balkişandina şikandina Da'îş li rûyê serbazî ve wê yekê xisterû ku ew tawanên li Iraq û Kurdistanê ji aliyê Da'îş ve hatine encamdan diçin çarçêweya jenosaydê. Tekez jî li wê yekê kir ku hewla rêxistina Neteweyên Yekgirtî ji bo dadgeh kirina tawanbarên Da'îş, bi navê cûdakirina tawanbaran û rexsandina bingeha aştevayî niştîmaniye. Daxwaz jî kir ku aliyên peywendîdarên li Herêma Kurdistan û Iraqê hevkarê tîma rêxistina Neteweyên Yekgirtî bin. Her wiha ragihand ku li vê erkê da pêwîstî berdewamiya şîret û rênîşandana Serok Barzanî heye.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî ji bilî pêzanîna wê biryara rêxistina Neteweyên Yekgirtî, bi erkekî pîroz da zanîn û piştevaniya xwe ya tevahî ya bi navê dadgeh kirin û sizadana tawanbarên Da'îşê ji bo vê hengavê ragihand.

Her li vê civînê de Serok Barzanî hêmaya qurbanîdana gelê Kurdistan û Pêşmerge da li şerê terorîstan da û tekez li wê yekê kir ku ji bilî wan hemû êşên li ser gelê Kurdistanê da hatine, gelê Kurdistanê bi navê vekirina rûpelekî nû û aştevayî da tu demekî dest ji bo tolhildanê nebiriye. Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî ronahî xiste ser gefên Da'îş û ragihand ku raste Da'îş li rûyê serbazî ve şikaye lê belê gefên Da'îşê her mane û ew gef tevahiya cîhanê kiriye armanc. Serok Barzanî eve jî bi şanda mîhvan ragihand ku armanca terorê dirustkirina nakokî û dijayetiya di navbera olane û eve jî babetekî metirsîdare. ji bo wê yekê rûbirûbûna wê metirsiyê hewl û hemahengiya hemû aliyên navdewletî pêwîste.