Tuesday 17 September 2019

Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Dewleta Hîndîstanê yê Karubarê Derve û Parlemenê kir



Roja sêşem 17.09.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Vêrmavalî Moralî Deharan Wezîrê Dewleta Hîndîstanê yê Karubarê Derve û Parlemenê û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de Wezîrê Dewleta Hîndîstanê yê Karubarê Derve û Parlemenê pêzanînên xwe ji bo qurbanîdana gelê Kurdistanê li şerê dijî terorîstan ragihand û ji bilî balkişandina li ser wê yekê ku bi başî li êş û azarên gelê Kurdistanê gihîştiy, xweşhaliya xwe jî bi wê pêşveçûna ku li warê geşbûna siyasî û aborî û civakî ya li Herêma Kurdistanê da pêkhatiye nîşanda ku li ser rêyekî diruste jî.

Wezîrê Dewleta Hîndîstanê yê Karubarê Derve û Parlemenê armanca serdana xwe ya Herêma Kurdistanê ji bo Serok Barzanî şîrove kir û daxwaz kir ku peywendiyên di navbera welatê wan û Herêma Kurdistanê li warê çandî, tendirustî û bazirganî de bê pêşxistin.

Li vê hevdîtinê de Serok Barzanî spasî Wezîrê Dewleta Hîndîstanê yî Karubarê Derve û Parlemenê û şanda li gel kir û gelê Hîndîstanê bi gelekî mezin û xwedî dîrok wesif kir. Her wiha Mehatma Gandî jî bi çavkaniya îlhama gelên azadîxwaz û rizgarbûna ji kedxwarî û çewsandinê da zanîn. Serok Barzanî xweşhaliya xwe jî ji bo pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û welatê Hîndîstanê nîşan da.

Her li vê hevdîtinê de gefa terorê û hizra tundî ya li ser asayîşa cîhanê hate guftûgo kirin û tekez li ser hemahengiya navdewletî û cîhanî ya rûbirûbûna terorê kir.