Tuesday 15 January 2019

Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Derveyê Komara Îslamiya Îranê kir



Roja sêşem 15.01.2019 li bajarê Hewlêrê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Mihemed Cewad Zerîf Wezîrê Derveyê Komara Îslamiya Îranê û şandekî li gel kir.

Li civînê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya navçeyê û proseya siyasiya Iraqê guftûgo kirin û Wezîrê Derveyê Komara Îslamiya Îranê, spasî hewlên Serok Barzanî ya li rasterê kirina proseya siyasiya Iraqê û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê kir û eve jî ragihand ku pêgeh û aramiya Herêma Kurdistanê ji bo welatê wan gelek girînge.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî bi şanda mîhvan ragihand ku piştî hilbijartinên Iraqê derfet û keşuhewayekî nû hatiye holê û li gel Serok Wezîrê nû yê Iraqê ji bo çareserkirina wan kêşeyên li navbera Herêm û Bexda da mane hemû hewlan dide.

Li beşekî dinê vê civînê de ronahî xistin li ser rewşa Sûriye û Serok Barzanî nêrîn û dilgiraniyên xwe yên li ser paşaroja gelê Kurd li Sûriye bi Wezîrê Derveyê Komara Îslamiya Îranê gihand.

Pêkanîna Hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Komara Îslamiya Îranê mijareke dinê vê hevdîtinê bû û her dû alî tekez li ser dostayetî û peywendiyên dû alî kirin.