Wednesday 22 November 2023

Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê berê yê Çandiniya li Tirkiyê kir



Roja çarşema 22.11.2023 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Mehdî Eker Wezîrê berê yê Çandiniya li Tirkiyê kir.

Li hevdîtinê de rewşa giştiya navçeyê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiye hate guftûgo kirin û tekez li ser pêşxistina peywendî û dostayetiya di navbera her du aliyan kirin.