Wednesday 7 February 2024

Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Berevaniya Tirkiyê kir



Roja çarşema 07.02.2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Yaşar Guler Wezîrê Berevaniya Tirkiye û şandekî li gel da kir ku ji birêz Metin Gurek Serok Erkanê Tirkiye û birêz Elî Riza Guney Balyozê Tirkiye li Iraq û hejmarek berpirsên siyasî û serbaziyên Tirkiye pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasiya navçeyê û pêşhatên dawî yên Rojhilata Navîn û gefên terorê û her wiha peywendiyên di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê û welatê Tirkiyê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Her li vê hevdîtinê de tekez li ser hemahengiya di navbera Tirkiye û Iraq û Herêma Kurdistanê ya bi navê desteberkirina aramî û geşbûn û karên hevbeşên di navbera xwe de kirin.

Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiye û pêşveçûna wan peywendiyan mijarên dinê vê hevdîtinê bûn.