Saturday 18 November 2023

Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Berevaniya Iraqê kir



Roja şemiya 18.11.2023 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Sabit Mihemed Seîd Al Abasî Wezîrê Berevaniya Iraqê kir.

Li hevdîtinê de her du aliyan di derbarê rewşa Iraq û şerê terorê û hemahengî û karê hevbeşiya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û Artêşa Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin.