Roja pênçşem 25.06.2020 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Cume Înad Se'dun Wezîrê Berevaniya Iraqê û şandeke pê re kir.
Li hevdîtinê de Wezîrê Berevaniya Iraqê silavên Serok Wezîrê Iraqê bi Serok Barzanî gihand û bi kurtî rewşa emnî û siyasiya Iraqê û gefên terorîstên Da'îş li parêzgehên navenda Iraqê xisterû.
Her li vê civînê de tekez li ser hemahengiya di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqê ya li rûbirûbûna terorê û her wiha pêşxistina kultûra pêkvejiyana di navbera pêkhatan kirin.
Li vê hevdîtinê de Serok Barzanî hêviya serkeftinê, li erk û karên Wezîrê Berevaniya Iraqê de xwest.