Roja dûşem 12.08.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Necah Hesen El Şemerî Wezîrê Berevaniya Iraqê kir.
Li hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasiya Iraqê û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de danustandina bîr û ramanan kirin û her wiha şerê Da'îş û pêşhat û guhertinên navçeyê jî mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.