Wednesday 24 April 2019

Serok Barzanî pêşwaziya Usame Nuceyfî kir



Roja çarşem 24.04.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Usame Nuceyfî Serokê Hevpeymaniya Qerarî ya Iraqê kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraq û navçeyê xistin ber behs û guftûgoyan.

Her wiha di derbarê kêşeyên îdarî û siyasî û aborî û emniyên parêzgeha Nînowa û rewşa jiyana hemwelatiyên wê parêzgehê hate nirxandin û tekez kirin ku pêwîste pêkvejiyana aştiyaneya pêkhatên wê parêzgehê bê parastin û bi lez kêşeyên Mûsil bêne çareser kirin û rê nedin asayîşa wê parêzgehê bikevê ber gefa terorîstan.