Wednesday 15 November 2023

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Tîma Pêdaçûnê bi erkê Unami li Iraqê kir



Roja çarşem 15.11.2023 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Volker Perthes Serokê Tîma Serbixweya Pêdaçûna Stratejî bi erkê şandiya rêxistina Neteweyên Yekgirtî li Iraqê (Unami) û şandekî li gel da kir.

Li vê hevdîtinê de birêz Volker Perthes armanca xwe ya serdana Iraqê û plana pêdaçûna bi erk û karên tîmên ser bi Neteweyên Yekgirtî li Iraqê û hemahengiya li gel Hikûmeta Iraqa Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li salê bê de şîrove kir.

Li beşekî dinê vê hevdîtinê de Serok Barzanî spasî rêxistinên ser bi Neteweyên Yekgirtî kir ku li salên derbasbûyî roleke baş ya li yarmetîdana proseya siyasiya Iraqê û çareserkirina qeyranan de hebûye. Her wiha Serok Barzanî bi kurtî li dîroka destêwerdanên herêmî yên li Iraqê û tundî û tayîfegerî û qeyranan û wan êşan behs kir ku li ser gelê Kurdistanê û gelê Iraqê da hatiye. Daxwaz jî kir ku kêşe û giriftên Iraqê li çarçêweya destûrê da bêne çareser kirin û tekez jî li wê yekê kir ku amadebûna rêxistina Neteweyên Yekgirtî û berdewamiya karên wan yarmetîder dibê ji bo baştirbûna proseya siyasî û pêkanîna aramiya li Iraqê û çareseriya giriftan.

Rewşa siyasiya navçeyê û gef û êrîşên li pêşiya aramiya Iraq û navçeyê mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.