Roja şemî 12.10.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Şêx Ehmed Asî El Cerba Serokê Tevgera Xeddî ya Sûriye û şandekî li gel kir.
Li hevdîtinê de rewşa siyasî ya Sûriye û pêşhatên dawî ya Rojavayê Kurdistanê hate guftûgo kirin. Her li vê civînê de Serok Barzanî dilgiraniya xwe ya li ser çarenivîsa gelê Kurd li Sûriye û koçberbûna xelkê û wan karesat û êşên li ser gelê Kurd li Sûriye ji bo şanda mîhvan xisterû.