Roja yekşem 21.02.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Seyîd Emmar Hekîm Serokê Tevgera Hîkmeya Niştimanî û şandeke li gel kir.
Li vê hevdîtinê de rewş û pêşhatên dawî yên li ser asta Herêmî û navçeyî hatin guftûgo kirin, her wiha ronahî xistin li ser proseya siyasiya Iraqê û hilbijartina pêşwext û di derbarê gefên siyasî û aborî û emnî ya li ber Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin.
Her li vê civînê de tekez li ser berdewamiya peywendî û hemahengiya di navbera her du aliyan kirin.