Sunday 31 March 2024

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Partiya Sosyal Demokrata Kurdistanê kir



Roja yekşema 31ê Adara 2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Mihemed Hacî Mehmûd Serokê Partiya Sosyal Demokrata Kurdistanê kir.

Li hevdîtinê de her du aliyan di derbarê rewşa Herêma Kurdistanê û proseya siyasiya Iraq û Kurdistanê û astengiyên li ber wê proseyê de û pirsên rojevê de danustandina bîr û ramanan kirin.