Roja yekşem 01.10.2023 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Mihemed Hacî Mehmud Serokê Partiya Sosyal Demokrata Kurdistanê kir.
Li hevdîtinê de di derbarê pêşhatên siyasiyên dawî yên Iraqê û peywendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal û her wiha rewşa navxweya Herêma Kurdistanê de danustandina bîr û ramanan kirin.