Thursday 3 July 2025

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Nûnerê Neteweyên Yekgirtî ya hevkariya Iraqê (UNAMI) kir



Roja pênçşema 3ê temmuza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya rêzdar Mihemed Elhessan Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî û Serokê Nûnerê rêxistina Neteweyên Yekgirtî ya hevkariya Iraqê (UNAMI) kir.

Li hevdîtinê de di derbarê pêşhat û guhertinên dawî yên navçeyê û bandora wan ya li ser ewlehiya navçeyê de, danustandina bîr û ramanan kirin. Herwiha peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda û diyaloga di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal ya gihîştina bi çareseriyê xistin ber behs û guftûgoyan.

Kar û çalakiyên UNAMI li Iraq û Herêma Kurdistanê jî mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.