Roja çarşema 03.01.2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Xemîs Xencer Serokê Hevpeymaniya Siyade kir.
Li hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasiya navçeyê û Iraqê û pêşhatên dawî û gefên emniyên li ser Iraq û Herêma Kurdistanê de danustandina bîr û ramanan kirin.
Her li vê hevdîtinê de tişk xistin li ser encama hilbijartina parêzgehên Iraqê û hemahengiya aliyên serketî ya ji bo pêkanîna hikûmeta xwecihiyên parêzgehan û her wiha pêwîstiya dabînkirina xizmetguzariyê ji bo welatiyên li parêzgehên Iraqê.