Roja pênçşema 12 ê hezîrana 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya rêzdar Musenna Sameraî Serokê Hevpeymaniya Ezim kir.
Li hevdîtinê de guhertinên dawî û pêşhatên herêmê û Iraqê xistin ber behs û guftûgoyan û di derbarê pêvajoya siyasiya Iraqê de tekez li ser pêwîstiya pêdagirbûna bi destûr û hevbeşî û hevsengiyê kirin.
Kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal mijareke dinê hevdîtinê bû.