Roja Yekşemê, 28ê Îlona 2025an, li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Musenna Elsemarayî, Serokê Hevpeymaniya Ezim kir.
Di hevdîtinê de, rewşa Iraq û herêmê û hilbijartinên pêşerojê yên Encûmena Nûneran a Iraqê hatin gotûbêjkirin. Têkilî û hemahengîya di navbera aliyên siyasî yên Iraqê jî mijarên din a vê hevdîtinê bûn.