Roja çarşema 16 ê Nîsana 2025 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Musenna El Samerayî Serokê hevpeymaniya Ezim kir.
Li hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasiya Iraq û navçeyê guftûgo kirin û tekez li ser hemahengiya di navbera aliyên siyasiyên Iraqî ya ji bo derbasbûna ji kêşe û aloziyan kirin.