Thursday 29 February 2024

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Ermenîstanê kir



Roja pêncşema 29.02.2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Vahagn Khachaturyan Serokê Ermenîstanê kir.

Li hevdîtinê de Serokê Ermenîstanê pesnê pêşketin û aramiya Herêma Kurdistanê kir û rola Serok Barzanî ya li rexsandina jîngehekî aram û pêkvejiyana di navbera pêkhatên li Herêma Kurdistanê û her wiha rûbirûbûna teror û tundiyê de bilind nirxand.

Her li vê civînê de Serok Barzanî bi germî bixêrhatina Serokê Ermenîstanê kir û balkişand li ser peywendiyên dîrokiyên di navbera gelê Kurdistan û gelê Ermenîstanê da û spasî Serok û welatê Ermenîstanê jî kir ji bo rêzgirtina li mafên Kurdên nîştecihê welatê Ermenîstanê. Her du alî jî li ser ewe hevra bûn ku aştî take rêya çareserkirina giriftên gelên navçeyê û nifşên paşerojê ye.

Li beşekî dinê vê hevdîtinê de tekez li ser kûrkirina peywendiyên bazirganiyên di navbera Herêma Kurdistan û welatê Ermenîstanê kirin.

Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Iraqa Federal mijareke dinê vê hevdîtinê bû û Serok Barzanî wê yekê dûpat kir ku pêdagirbûna bi destûrê take rêya çareseriya kêşeyên di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqa Federale.