Roja dûşem 03.05.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Mihemed Helbusî Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê û şandeke li gel kir ku ji hejmarek endamên Encûmena Nûnerên Iraqê pêkhatibû.
Li hevdîtinê de Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê pirse û sersaxiyên xwe bi Serok Barzanî gihand ji bo giyanê pakê wan Pêşmergeyên li çend rojên derbasbûyî ji ber êrîşa Da'îş şehîdbûn, her wiha êrîşên li ser Herêma Kurdistan û Hewlêrê şermezar kir û ragihand ku aramiya Hewlêr û Herêma Kurdistanê ji bo aramiya navçeyê û Iraqê girînge.
Her li vê civînê de rewşa siyasî ya Iraqê û gefên li ber aramiya Iraqê û hilbijartinên paşerojê hate nirxandin.
Li beşeke dinê vê hevdîtinê de tekez li ser hemahengî û karê hevbeş ya aliyan ya ji bo parastina aramiya siyasî kirin.
Hêjayî gotinêye li vê hevdîtinê de Fazil Mîranî Sekreterê Mekteba Siyasî û Hoşyar Zêbarî û Mehmud Mihemed Endamên Mekteba Siyasî û Xesro Goran Endamê Encûmena Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê amadebûn.