Tuesday 19 March 2024

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê bi wekalet kir



Roja sêşem 19ê Adara 2024 li Selahedîn, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Muhsîn Mendelawî Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê bi wekalet kir.

Li hevdîtinê de ku Dr. Şaxewan Abdulla Cîgirê Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê amade bû, pêşhatên dawî ya qada siyasî guftûgo kirin û tekez li ser encamdana hilbijartinekî dadperwerane û destûrî kirin ku têda mafê hemû pêkhatên li Herêma Kurdistanê mîsoger bike.

Her li vê hevdîtinê de behsa mafên destûrî yên hemû pêkhatan kirin.