Roja sêşem 12ê Adara 2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Fexrî Kerîm Serokê Dezgeha Meda ya ji bo ragihandin û rewşenbîrî û hunerî kir.
Li hevdîtinê de Serok Barzanî ji bilî şermezarkirina hewla terorkirina birêz Fexrî Kerîm li meha derbasbûyî li bajarê Bexda hêviya tendirustiyê ji bo wî xwest û hêviya ewe jî ji bo wî xwest ku li xizmetkirina karubarên çandî û rewşenbîriya Iraq û aştî û tebayî de berdewam bê.
Her li vê hevdîtinê de her du alî di derbarê rewşa siyasiya Iraqê û astengên li ber aramî û tebayî û şeraketiya di navbera Iraqiyan de danustandina bîr û ramanan kirin.