Monday 8 September 2025

Serok Barzanî Pêşwaziya Serokê Dezgeha Elmeda Kir



Roja Duşemê, 8ê Îlona 2025ê, li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Fexrî Kerîm, Serokê Dezgeha Ragihandin, Rewşenbîrî û Hunerî ya Elmeda, kir.

Di hevdîtinê de, li ser rewşa giştî ya Iraqê û pêwendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Her wiha, tekezî li ser hemahengiya aliyên siyasî ji bo derbaskirina pirsgirêk û astengiyan hat kirin.