Roja pênçşema 04.01.2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Felah Feyaz Serokê Desteya Heşdî Şe'bî kir.
Li hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasiya Iraq û navçeyê û gefên emniyan de danustandina bîr û ramanan kirin û her wiha êrîşkirina li ser hêzên Pêşmerge li Pîrmam şermezar kirin.
Her li vê hevdîtinê de peywendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal û bi cîhkirina bernameyên Hikûmeta Federal guftûgo kirin ku berê rêkeftin li ser hatiye kirin.