Thursday 18 April 2024

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Bazneya Hilbijartin û Endamekî Encûmena Komîsyona Bilinda Hilbijartinên Iraqê kir



Roja pênçşem 18ê Nîsana 2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Dadwer Ebas Ferhan Hesen Serokê Bazneya Hilbijartina Komîsyonê û Dadwer Amir Musa Mihemed Endamê Encûmena Komîsyona Bilinda Hilbijartinên Iraqê kir.

Li hevdîtinê de di derbarê wan hengavên ku Komîsyona Bilinda Hilbijartina Iraqê ya ji bo hilbijartinên Parlemena Herêma Kurdistanê avêtine û wan hengavan jî kirin ku pêwîste li ber bigrin bi navê mîsogerkirina hilbijartinekî pak û bêgerd û azad de danustandina bîr û ramanan kirin.