Sunday 4 February 2024

Serok Barzanî pêşwaziya Seroka Sendikaya Parêzerên Iraqê kir



Roja yekşema 04.02.2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Ehlam Ellamî Seroka Sendikaya Parêzerên Iraqê û şanda li gel da kir.

Li hevdîtinê de di derbarê rewş û gefên li ber Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin. Her wiha tekez li ser pêwîstiya birêveçûna karubarê dewletê li ser bingeha serweriya yasa û serbixweyî ya dam û dezgehên dadiyê de kirin.

Li beşekî dinê vê hevpeyvînê da hemahengiya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê ya bi navê gihîştina bi têgihiştina hevbeş û aramiyê xistin ber behs û guftûgoyan.