Sunday 16 January 2022

Serok Barzanî pêşwaziya Seroka Komîsyona Amerîkî ya ji bo Azadiya Olî kir



Roja yekşem 16.01.2022 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya xanima Nadine Maenza Seroka Komîsyona Amerîkî ya ji bo Azadiya Olî kir.

Li hevdîtinê de Seroka Komîsyona Amerîkî ya ji bo Azadiya Olî pêzanînên xwe ji bo siyaseta Serok Barzanî û rola dîrokiya malbata Barzanî ya li kûrkirina pêkvejiyana olî û parastina azadiya neteweyî û olî ya li Kurdistanê hebû. Her wiha qurbanîdana hêzên Pêşmerge ya li şerê Da'îş û mîhvandariya xelkê Kurdistanê û hewandina sedan hezar koçberan bilind nirxand.

Her li vê hevdîtinê de di derbarê rewşa olan û pêkvejiyana pêkhatan li Kurdistanê û berdewambûna çanda pêkvejiyanê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Rewşa siyasiya Suriye û guzeraniya xelk û peywendiya di navbera aliyên siyasiyên Kurdî yên Suriye mijareke dinê hevdîtinê bûn.