Friday 10 November 2023

Serok Barzanî pêşwaziya Serok Wezîrê Iraqa Federal kir



Êvariya roja pêncşema 09.11.2023 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Mihemed Şiya Sudanî Serok Wezîrê Iraqê Federal kir.

Li vê hevdîtinê de ku birêzan Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Berpirsê Desteya Kargêrî û Endamên Mekteba Siyasiya Partiya Demokrata Kurdistanê amade bûn, di derbarê rewşa siyasiya Iraqê û peywendiyên di navbera Hikûmeta Iraqa Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê danustandina bîr û ramanan kirin.

Her li vê hevdîtinê de ronahî xistin li ser alozî û rûdanên navçeyê û êş û azarên gelê Filistînê û çawayiya gihandina hevkariya mirovî ji bo Xezze û her wiha ew gef û metirsiyên aramiya Iraq û navçeyê dikin armanc.