Êvariya roja dûşema 22ê Nîsana 2024 li bajarê Hewlêrê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Recep Tayip Erdogan Serok Komarê Tirkiye kir û li gel da civiya.
Li civînê de serdana Serok Komarê Tirkiye û şanda li gel ya Bexdayê û hevtêgihiştin û rêkeftinên di navbera Iraq û Tirkiye bi girîng û dîrokî û fakterê geşepêdan û aramiyê wesif kirin.
Her li vê civînê de tekez li ser berev pêşveçûn û berfirehbûna peywendiyên di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê û welatê Tirkiye kirin, ew jî bi navê bihêztirbûna aramiya herêmî û hevkarî û hemahengiya hevbeş li warên cûr bi cûr û kûrtirkirina bingehên cîrantî û pêşxistina peywendiyên aborî bûn.
Guhertin û pêşhatên dawî yên navçeyê mijareke dinê vê civînê bû.