Thursday 25 April 2024

Serok Barzanî pêşwaziya Qedasetê Patriyakê Dêra Rojhilatiya Aşûrî li Cîhanê û metranên wê (Civaka Pîroz) kir



Roja pênçşem 25ê Nîsana 2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Qedasetê Patriyak Mareawayê Sêyem Patriyakê Dêra Rojhilatiya Aşûrî li Cîhanê û metranên (Civaka pîroz) kir.

Li hevdîtinê de birêz Patriyak Mareawayê Sêyem rûmet û pêzanînên xwe ji bo rola Serok Barzanî ya li palpiştîkirina pêkhatên olî yên Herêma Kurdistan û Iraq hebû û her wiha spasî Serok Barzanî kir ji bo vekirina Baregeha Serekiya Patriyak li bajarê Hewlêrê ku balkişandineke rûn û zelale ji bo pêdagirbûna Herêma Kurdistanê bi pêkvejiyana olî. Her wiha dîsa spasî Serok Barzanî kir ji bo wê helwesta li ser biryara nedestûriya Dadgeha Federalî ya ji bo nehiştina kotaya pêkhatan û ragihand ku helwesta Serok Barzanî nîşane ji bo nêrîneke mirovdostane û xemxûrî û wefaye ji bo pêkvejiyan û tebayî ya li Herêma Kurdistan û Iraqê.

Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî hebûna çanda pêkvejiyanê li Kurdistanê wekî şanaziyekî mezin wesif kir û tekez jî li wê yekê kir ku bi hemû awayekê parêzgeriyê li wê çandê dikîn û dewlemendtir dikîn. Serok Barzanî balkişand li ser biryara nedestûriya nehiştina kotayan û tekez li wê yekê kir ku bi bêyî rastkirina wê şaşiyê û bi bêyî beşdariya pêkhatan amade nînin beşdariya hilbijartinê bikin, ji ber ku bêbeşkirina pêkhatan lêdane li bihayên dîrokiyên gelê me.